Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Zahir Ertekin

M. Zahir Ertekin

2 görüntülenme 0 beğeni
Dem di şevê re derbas dibe Bi xewnan diteqe û bi kevokên naşî radipelike ‘ezmanan Dicû û dihêrîne bîranînên ‘ewrên zemanî û Lîqaê berfê dibe Berf dibare bi ser xewên kurmî Tabîra xewna rojê dike ji mirovan re Dibare û xeyalan ji şikeftan hildikşîne Bi xalîçeyeke spî şiyar dibe dinya Lihêfa guhertî li ser xwe dibîne Aş dibe Çiya tev bi vî rengî nixumandî Hawirdora jîyanê bi pelên spî diçûrise Evînên zarok di binên sîya berfê de serî radikin Zer dikin Dîmenên derizandî yên newbeharan Xemla xwe nû dikin Rûreşîyên xwe dixurînin û baz didin Berf dibare Berf dibare bi ser me û Bi ser fê’lên bêfedî yên mirovahîyê Weke Roboskî mîna Zîlan û fena Helebçeyê… Zarok e dil Dil zarok e û Xem e jî… Bi ser vê zarokê jî diherike berf Tirsa xwe dixe dilê xemxuran û Weke bagerên Cûdî difûre Defên gemarî deşîfre dike berf Weke xwe spî dike hestan ezmanan û newalan… Hewaran tev dide Nikulê xwe li girî û gazinan dixe Kenê li ser çavê huznê radixe Berf dibare û Hela çi ku dibare Zarok bûka berfê çêdikin Pozê wê gêzerî Çavê wê zeytûnî Dilê wê hêvî Berf dibare Li ser rûyê ramûsî hêlkanan vedike Dibare bi ser hestên mededxwaz û dikele Zarokên ji ber sermayê hinerengî Hinarokên xwe bi berfê dişon Germ dibin dest Nerm dibe jîyan Û bi ser qeşaya rûreşîyê Tevî gengeşîyên tund-aloz Berf dibare û bihara zivistanê ye

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz