Bête muqedder e mirina min
Bi te jî her wisa, lê…
Misoger dê jan bitefe, can jî
Mehzûn, bêwefa bêwasîte bêpaytext û
Bêhukumet im ez
Xem û xebata min a miqeddes
Di ‘enîya hinên din de dibe xwêdan û diherike
Dilê min ji cografyaya ezel ve tê
Ber bi ebedeke pir bi edeb ve diçe
Baranekê bi xwe re tînin secdeyên min
Tu jî êdî
Bi bêhna gulan sermest bike
Ne bi lam û elîfê
Devoka min di binê lingên neyar de çirîya
Zimanê min terikî
Ji quruncokên demê hişk bûne hinarokên min
Diçilmise galaksîyên di gerdûna mêjîyê min de
Bi ‘eyarên cîhana hundirîn dilîzin
Birûskê li si’ûda min daye
Awaz ey, lam elif ey, de bêje
Qalû bela kengî ye
‘ehd û peymana min çikîya
Avûhewa bi carekê kirêt bûn
Min divê
Li tenişta aveke aram venişim
Hawirdor derbasî havînê bû
Nêrgîzekê jî venekir li vê deşta valageh
Zîn li bin dara azadîyê fetisî
Mecnûn lal e niha li mehela xwe
Lam elîf: dilê yaqûb
Lam elîf: hêsirên zelîxa
Lam elîf: bîra yûsif
Çilk bi çilk tefekkur tu yî
Dilop bi dilop bêje tu yî
Kelîmeya nutqê tu yî
Niqut bi niqut ateşîn tu yî
Tavan û tavî baran ez im
Girye bi girye derdnak ez im
Tev ser û sîma mecrûh ez im
Bîra di hişan ez im
Hişê di betal ez im
Nêrgiza lam û elîfê
Di elîfûbê de henin gelek herf
Ma çima lam û elîf?
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön