Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Zahir Ertekin

M. Zahir Ertekin

2 görüntülenme 0 beğeni
"Ji bo erdheja Wanê" Siruşta demsalan guherî Çûk koçber bûn/welat berdan Hawirdor tev dûmane mije sibat e adar e Hêstir diherikin li ser ‘erda vî bajarî Hêstir ji kolanên xaçortê datên heta ber bi qeraxa golê ve Şevên dagirker bûne xewnên malan û kolanan Few vedane dûpişkên qeda pêketî Tirsên mirovan şîn tên êdî Girover û nemir… Evîn bi întîharan ve xemilandîye Zarok nalîzîn hewşên mala vikîvala û Duçerxeyên zarokan şikyayî û rizîyayî ne… Li vî bajarî şênahîya berê veşartîye Veşartîye si’ûd veşartîye bişirîna zarokan Sûk ne sûkên berê şahrê jî ne şahrêyên berê… Gelek hêvî di binê axê de fetisîn û Gelek hêvî hê di ber sekratan de ne. ‘ezmûnek tûjekor bi ser de hat Çong tewîyan, erd qelişî û hê jî berf dibare… Bajar… ev bajarê qedîm ku ji xwe pê ve tiştek tê de nema weke ku nû hatibe kişifkirin weke ku nû ji dayik bûbe weke ‘ewrên baranê bi kel e di nêva zivistanê de weke germa havînê dikele şemateya mirinê ya pirdeng dilive li vî bajarî navê vî bajarî Wan e lê ew êdî kal e westîyayî û weke xaneke yê dîrok lê digere ne xwedîyê xwe ye ev bajar hê û xwedîyên wê jî wenda ne… di her derfetekê de bi hezaran xwedîyên vî bajarî bê xatirxwestin koçberbûn bi hêstir bi evîn bi girî û bi hesret… ey bajarokê bav û kalan bêtemayîn tenêmayîn e tê kengî vegerî ey Wan ez ê kengî vegerim em ê kengî vegerin ez lawê te me tu dayka min î tu axa min î tu sebr û arama nav dilê min î… Bila dîsa demsal biguhere Bila Tamara ji hesretê nefetise Bila kela te bi mehan bi salan nebe hêlîna kundan Bila êdî ji dêleva girî baran bibare û Bila bikewîne birînên te… Bila ava xorxora te mîna berê avê bikêşe ji tîyan Bila Bedi’uzeman dîsa henîen lekum a bireşîne û Lem’eyên xwe li ser kela te bineqişîne Bila hesreta dayikan bi dawî bibe Bila ‘erd û ezman bes li te were xezebê ey Wan Ax ey…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz