Xwe berde nalîna min
Îro Helebçe ye
De xwe berde nalîna min
Xwe bera kurahîyê demê û mêjûyê de
Rondik bi rondik çawa vemirin roj
Tarî bi tarî çawa vêketin şev di şeverojên Helebçêde, bêje
Bêje bê katet çito derbas bû ji nalînên xwar û perçiqî
Le Helebçe…
Helebçe
Bêhna sêvan/ fêkîyan parçe parçe
Helebçe baxçê sêvên xeyalî
Baxçê sêvên derewîn û kujer
Ji bêînsafîya zalimên xedar bingeha xwe girtiye
Ezmana har
Roja tîroj-dojeh
Hatin
Firîyan
Tevgerîyan, hereket kirin
Di nava keserên Helebçeyê de veniştin
Agir her tim li mezlûman nabare, bizan
Helebçe
Canê mezlûman kire kelebçe
Nalînên qusîyayî xwe berdidin gewrîya min
Tenê ne tirş im, her wiha
Jehr im, tel im û har…
Tûj im jî li hember xûnxarên xedar… ax…
Helebçe
Dawîya vê bêhnê nayê, neçe
Vaye hatin qelaştin zarok zêç û dê û bab dîsa
Rast e xwe nuh dike dîrok
Lê dê her dem nuh nemîne…
Helebçe
Wenda dibe mirovahîyê re, her çe
Zalim e, hov e, hirç e
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön