Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Zahir Ertekin

M. Zahir Ertekin

2 görüntülenme 0 beğeni
Ya me risteyên dawî yên sermedî ne Çiqas ku tê nivîsandin ewqas birîna kal dorpêç dike Ku dicoşe ji dil re dibe seyrangeh… Çiqas ku di‘edile/pêwerdibe baskên xwe li hev dide Ji ber ku risteyên dawî yên sermedî ne Deng û rengê evîna me… Tîbûnîyê li alîyekî bihêle ajdan Alîyên xwe yên hewayî, avî û axî biçine/bineqîne Qurt bi qurt ebedê kîte bike û bimêje Tilîyên ebedê ku her ebed e Ji ber ku risteyên dawî yên sermedî ne Deng û rengê evîna me… Bi dilê xwe bide vexwarin Ewê ji agir vedimale Şebnemên ku dadikevin çavên te ne Yên ku dirêjî ebedê her ebed dike… Ji ber ku risteyên dawî yên sermedî ne Deng û rengê evîna me… Risteyên îlahî fêrî bilbilan bike Bila êdî tenêtîyê bes binehwirînin Çawa ku minminîk xwe davêjin êgir Termên ebedê bixe naveroka jîyana xwe Û bavêje nava dilan Bila bi xîret be Ji ber ku risteyên dawî yên sermedî ne Deng û rengê evîna me…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz