Êdî bê nale û sewt im, dilbirîn im dilgirîn
Hatime ber deryê te, lew dibêm ez im hezîn
Koçîya min a dinyayê, li minê kirye kirasek
Hatina min a ‘uqbayê, dibêje min her yeqîn
Luqman û hatifên sir pir, napirsin carek ze’îfî
Di behra ‘işqeya kûr de, li nik min nabin seyîn
Kar û barê işqê kor e, derderûn û hizn û şîn e
Lebbeykeya dilê dildar, hatina min bû revîn
Lefzê dinya li min sor bû, gul û reyhanên di pir
Çavxezal û çîmenên mor, roj bi roj min kirne dîn
Lew ji efxan hate xwarê, rûhîyê sewdeya kesk
Min ne fêhm e ne jî fem e, bes girim şîretên dîn
Ah û nalên vî şa’irî, çûne nig Şemseyê Aqtep
Hûriyy û xilman hemî, hatine cem şemsê dîn
Direvim ji zirav bendan, heyûla daye dû min
Vexwarê ava heyatê, ji çavên min key vebîn
Ax di vê mahê zivistan, agirê tenûre dil
Daye ber berojkê tavê, ‘enîya min a xemîn
Lu’lu û mercan û koçî, dibitin hevrahê min
Lingê min qut bû ji yarê, nema tên awaz hemîn
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön