Şikeftan ji deryayan re derîyê xwe vekirin
Hulkumînên min sed qat zêde bûn
Di rengê huznê de tefîyam
Ji axa bin lingên hespan de hevîr çêkir
Piştî ku tu çû
Ev warê wêran bi carekê hejîya
Piştî erdheja mezin
Erdhêj dîsa leqîya
Li çolan
Li avdana baxçên serayê
Li nigê şahê ezmûnan
Bi hêsîrî ketim xewî
Piştî çûyîna te
Piştî ku tu çû
Şibak û perdeyên vî warî hatin girtin
Kete xewê şev
Temirî dem
Birûsk li sînga aramîyê ket
Ji dêleva baranê ax barîya
Dema di binê çaydank de tal bû
Vemirî agirê binê wê jî
Heyhat kî ji behran hêvî hebû lê
Piştî çûyîna te ew jî vemirî
Piştî ku tu çû
Dengê hebûnê bar kir ji vî welatî
Ji zû ve ye dengê çûkan nayê bihîstin
Rengê zerîya rojê hate guhertin
Bi awayekî din diqulupin roj
Hicra kesera tarî pêçayê çiyayên serbilind
Piştî ku tu çû
Demsalên vî welatî tevlihev bûn piştî çûyîna te
Zivistan piştî biharan diwelidin êdî
Pişkoyan pişta xwe ji me vegerandine
Destmalên destê zarokan qeşa girtin
Kengî tê sebra min!
Bi zarokên reben teqîya xezeba me
Kengî tê sebra min!
Selamî ji kokê qedîya
Heyrana çavên te
veger
Li dû te
dûmana şewata gundan e
Li dû te
dûyê hesreta dilan e
Li dû te
Tefîna baxçên gulan e
Li dû te
Ezmûna cîran û biran e
Li dû te
Kûfîna dêwê dehdiran e
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön