Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Zahir Ertekin

M. Zahir Ertekin

2 görüntülenme 0 beğeni
"Şikestin civîyan û hatin mêvandarîya min…" Karwan meşîya di beyabanê de tî û bê hêştir Can û cama ‘işqê şikest Karwan, Di destê helbestvanî de jîyan û Dargerîneka ku rehikan diqelêşe şikest Ramûsan bi ramûsan ev heyûhay ev koç û Ev selewatên çeşnîdar Ji her kesî re hezkirîyeke hesinî anî bi xwe re Mîna dilê şair ê şahîka ku li ezmên dide Av şikest Karwan şikest Ji bêavî ji bêgavî Xwîn şikest di eleman de Ruh şikest parepar bû Derman di devê cenawiran de hişk Laser bi laser bi ser şadîyê ve diqulipe huzna demdemî Kar peritî Rê li çolê bi tenê Karwan rêşaş li bendevan qelibî Deng qerimî Fanosa îlhamê şikest Şikest behra qulzem di nêva kezeba min de Lehî rabû dîsa Nîvşahî li min vemirîn Kenîn nîvco man Taveheyv bi carekê bû cemed, bû bûz, bû berf Ketin destê hêstiran, tev peya, bi kêf bi şahî Heyat nema ji jîyanê re dem şikest Darûbar, demûsal, avûhewa şikestin Xwelîya axûwaxê rabibû, li benda şadimanîyê Tavî bi tavî di kesretê de fetisî ruhê min Beyaban dide girî Rûbar şikest Çiyayê ku gîyana min pişta xwe dabûyê qelişî Ava keskesor a ku herikî tê de Beyaban şikest Ne’at şikest Bûyer wenda bû li rastan, li ber çavan Vî bajarokê xoşewîst Vê tenûra lal Vê himguma tiral, bêhn bi bêhn dia, lavayên lawaz Hêstirên bêferyad, kevir, kana’et û Ruhê min î yadîgar şikest

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz