Însan,
Di her xalê de hezar xal veşartî
Di her nuqutê de derya hinartî
Di her hêstirekê de çem nepenî ye…
Însan,
Ne tenê xwîn û hestî ye
Herwiha tofana ‘ewrên hestan
Derîyê kanîya stranan e…
Însan,
Ne tenê mu’emmayek e
Herwiha
Mulemma, lem’a û şû’a
Sî, axîn û bawerîya heyatê
Bizotê şevên bi şebçeraxan e
Însan,
Erê dilopek ji xwînê
Lê di hundirê xwe de
Gola masîyên gerok
Geremolên tevlihev ên dinyayî
Û ‘ewrên tijî baran û berf û zîpikên esmanî ye…
Însan,
Ne tenê li ser lingan e
Muhteremê berê
Muhteşemê niha
Muşexxesê jîyana sibehê
Muşterekê girêdayî bi du ‘aleman e…
Herwiha…
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön