Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Zahir Ertekin

M. Zahir Ertekin

2 görüntülenme 0 beğeni
Mîna çiyayê Olymposê Dileqitin kil dibin rêhesin Hindik maye ku Bizotên hundirê min bişewitînin dojehê jî… Ezabên taloqkirî diricifînin tilîka min a şehadetê Halet-a ruhîyeke dewixî ku dilînên min meqes dike Mîna kaxezeke ku kesîf, şêlû Hundir kesîf Derve kesîf Weke bûkeke derve rind e gîyana min Giryan bi giryan e lalezarên bihara min Lerze der lerze her du milên min î xwar, ketî, pûç… Berfeke wisa barîya li newala havîna min ku Mirîyan jî fedî kir û berê xwe ji merqedên xwe malîn Ji daxkirinê dilopa fedîya pepûkê jêbûye Tenê, hikarîdar, bibandor…lerzok… Dixwaze dîsa bifire, lê baskên xwe di hundirê xwe de Jibîr kiriye. Nola zarokekî ku firfiroka xwe bi tenê difirîne Weke kalekî heftê salî ku di şev de derketibe meşê Weke şevşevoka ku ji heyteholê direve Dengekî rehmanî di gewrîya min de asê dibe Dikele lal Diheje mencenîq Kefa destê min agir dibestîne Hêsir rê nadin hev da ku dakevin qada şerê Ji çemên bûzgirtî… zênûn… hêvîxwaz… eslîyane Îro helbestvanekî xistî me, têkçûyî Bêje bi bêje şikestî Kelîme bi kelîme hilweşîyayî Hemû şûşeyên hestên min hezar parçeyî Li rastan Wîzînî û gumînîya hundirê min Bi baraneke tavî li ezmên dixe Ez im Helbestvan…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz