Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Zahir Ertekin

M. Zahir Ertekin

2 görüntülenme 0 beğeni
wê rojekê serê te jî bête jêkirin wê li te jî keve guleke bêpayan wê qiyamet li serê te jî rabe xwe qedîm nehesibîne derkeve ji nava dilan bêkes û bêruh li erdê razaye jîyan bi te ketîye tu bi me ketîyî ji zû ve ji berê wê bişkê baskên te di nav lepên stembaran wê rojekê qêrîn bi kezeba te jî keve helebçe wê serê xwe li ber te rake wê ji nû ve biwelide diyarbekir bê te ji nû ve mekke, ji nû ve filistîn, hîra, ferat û dîcle ji nû ve… ey tûj, ey tal, ey jan dengê sêwîyan tê di nava sînga te nêzîk e mirina sînga te jî… şev kûr dibe, kûr yanî nêzî berbangê feq û kospên hatine vedandin ey jan dê xwe li stuyê te girêde, asê, bi cîh, ji nû ve dengê mayîn, top û guleyan em ker kirin em gêj kirin sewtên xedar li çar alîyê şaristanê wehşet barandin bi hezar salan lê hindik maye baskên vê jahrê jî bişkên, lorîn û stranên wê biçirin dîroka janê wê bivemire, hindik maye çol, asa, agir, şikeft, herba uhûdê heybeya pêxemberan kedera dilê helbestvanan hindik maye, roj wê ji bo zarokên zorê… ked, evîn, gulên rûçilmisî! kincên ‘eydê li xwe kin êdî li pêş me/we cejn e paqijkin hêstirên xwe paqijkin helhatinekê bavêjin ser çavê janê xwe nû bikin peyv, gotin, dîlan, helbest, çîrok, civat… xwe ji nû ve saz dikin berê xwe didin warê dayikan berê xwe didin warê jan û eleman berê xwe û berê lûleyên xwe berê asa û agirên xwe wê rojekê deng û destê te bişkên rengê te yê geş hişk bibe xwe bêdawî nebîne ey êş ma dengê bavên keserkûj qul nake guhên te? ji bîr neke ev peyva qedîm û mizgînewer ku ji devê qasidê sadiq diweşe: “el kufrû yedûmû wezzulmû la yedûmû”

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz