Em bi cahê te xelas bin ey nebî
Ruh û canê me fîda canê te bî
Bateyî
parçeyek ji dilê ‘işqê bûm
bûme kevir
çîrokek serê çiyê bûm
ketim xwar
derman nema
parîkek ji wê sêwrê bûm
bûme hevîr
haveyn nema
arvanê hestên wî bûm
teşt qulupî
herikî av
tîyên parsekîyê li rê
avahî nema
min dilek hilanî hilnehat
pêşîyê kenîya
seqema sibehê lê da
vemirî paşê
‘hişk bû
‘ewrên wê bar kirin
hêvîyên şînhatî qurmiçîn
tebat nema
kesat e îro hemiyet
fanûsa ‘işqê bi xwê ye
zuwa bûme ji dilînan
bê êş dikelin xem
bablîsok bê rawestan min difirkînin
tirs jî nema
çîroka ‘işqê wefiya
rijîya xwelîya wê
moxila wê zuwa bû
hûr hûr qelîya
dendik dendik helîya
can tefîya
hêsir nema
li rastê maye rastî
xwedîyên rastîyê nema
sibat e lê xeyîdîne ‘ewr
bereket wenda ye
xêr û ber nema
Xewdaya!
di rengên însanan de mirî
di laşên mirovan de herî
digindirin
her der bi ‘ewrên herbê hûnandî
mirovahî di bin lingan de sayî
heya nema
edeb nema
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön