Bi naveroka xwe dadmendî ye
Kitêba min, ev e
Salên dûr û dirêj e
Ku melhem e
Ji êşên gîyanî re…
Dixwernedî, dixwerdibînin bi vê xwendinê
Bawernedî bawer dibin bi wê
Hêvîşikestî bi hêvî…
û
Dildîl dilzad dibin
Xewn û xeyalê veduguheze ser sîrata misteqîm
Ramanan hêzdar dike
Hêztir dike vînê
Bîrê ji pûçîyê difilitîne
Temam dike netemaman
Nûranî dibin feraset
Eşkere dibe îman
Bawerî olan dide li ser rûyê erdê
Bêhawar hawarnas
Nesiwar siwar dibin
Afîtabî dibe heyveron
Bi vê xwendinê
Devê tûrikê xwe vedike nûr
û xemla gîyana xwe li xwe dike
Li komên dora xwe nesîbîyan diweşîne
Direşîne ava heyatê
Darûya hestên pûç û şikyayî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön