Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Zahir Ertekin

M. Zahir Ertekin

2 görüntülenme 0 beğeni
"Roboskî ax Roboskî Dîsa û dîsa roboskî" Pertewên şevê pêlên behra piştî mirinê ne Agirê nakokîyan li bin lingê mirinê dipekin Şev ji reşîyê rêyên xwe şaş dikin Hewseleya mirovahîyê xwe hînî rojtunebûnê nekiriye hêj Lewra bihar piştî zivistanan tê û havînan bi xwe re tîne Pelên şevê tevizîne Çem bêdeng diherikin Dehl bêdeng dilivin Gav bê armanc Meş bê taqet û Deng bê deng… Kel e dem û bangevan selaya mirina mirovahîyê dixwîne Hebûn tev godar in û hêvîdarî bi sobê dilîze Ku şev xwe ji xeniqandina mirinê bifilitîne… Tenê xewn Tenê tenêtî Tenê jîyan Min navber xistiye nava mirinê îro û Şûrê sewta xwe ber bi asîmanên asûde ve dikêşim Lewra kevan jî kevn bûye ez jî… Lêvên min bi diayan dibilbiqin Mirin ji hêjmara mirîyan zêde bûye Erd bi carekê mirinan dadqurtîne gewrîya xwe Bi rûreşîya mirovan erd hêrs dibe Ax teng dibe û roj bi rengekî zere Xwe nîşanî dinyaya dilan dike… Mirin îro coş e Pir hêsan û pir erzan e Li welatên bêxwedî, xwedî aleke serbixwe ye mirin Ji hevketîyan qet nareve Natirse ji mirîyên xwe Û gunehê xwe dixwe stuyê wan Bi wan dikene Bi me dikene Henekê xwe bi te dike… Bila ez jî bimrim, li welatê demvemirî û Di rewşeke xetimandî de Bila hêvî konê xwe veke li welatê me û Ji bo ku hêvî konê xwe veke li welatê me…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz