Lebaleb helwestzede ne em li rastan
Dixwazin gelek tiştan; bê rêbaz û bi bazdan
Bê helwest keslanî ye, rast e, lê;
Helwesta te û helwesta min
Li kû digihê helwesta helwestafir
Yan na ew helwest dibe derew dibe vir
Armanca te û ya min
Li kû bi hikmetê ve diteqin û
Xwe bi benê raza aştîyê ve girêdidin
Bê dad helwest helwest niya
Helawet û hewesat esta
Bê exlaq helwest bê encam est
Be xodhelwestîyê çu çareser bûya?
Edeb nebe
Di tevger û helwesta min û te de
Kar niya
Nîgranî est
Bo tecelliyata dadê heq jî
Pêwîstîya pêwîstîya…
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön