Pênûsa min badê hewa bi salan e dilêrîne
Ditirsîne û dişkîne ji kul û xeman dilorîne
Bi şev û roj bi kelecan reşa li spîyê datîne
Wuhareng her roj min bi valî û walî dibû tîne
Êş im ez keder im ez te’z kuştim bes bisotîne
Heta kudê di deste xwo tuyê min her bigevzîne
Bes ke qêrîn li te nayê reş û tarîyan veşêrîne
Biguherîne nalînan de ka carek ji min re tu bibişrîne
Me ne bes e li dinyayê ji hesretê hey nalîne
Serê xwo rake ji xewên tarî û carek êşan bikewîne
Di beroşa xwo tenê carek îd û erfatan bikelîne
Bibe Xizir bibe Îlyas bibe ‘Îsa û bes binalîne
Bele pênûsê baş diramim ku em paş de mayîne
Welê zanim di vê rê de derdê me hew nezanîn e
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön