Dil bi kanîya huzûrê, herikî herikî gehiştê
Bi rutba qenc a serayê, bi girî û gazî gehiştê
Di ser min de şopên çolan, di hundir’d rabûna avan
Şemitîna’d kaşên bûzan, nigên min gehişte qissetê
Ez herîyek berdayî bûm, nav bênderên kayê de bûm
Di kewarên sayî de bûm, hingê gîhame ‘izzetê
Dikelin nazîyên dilan, li derve coş e heyelan
Poşmanî re tune lîlan, herkesî ber bayê xwe tê
Herkesî sed waxek heye, giranbarî û nalîn heye
Sewtên şewatî pê re ye, tev dixwazin kerametê
Heya heye dikitin xîret, ji bo dinê kin cinnet
Li me şaş rabûye niyyet, kirasê dinyayê’l me tê
Qirik li min zuwa maye, rijyam tev çûm li ber ba ye
Digrîm nazivre leyla ye, heyrana destê Qudretê
Hinav li min hedimîn şaş, kelam tev min dibine kaş
Bêje bêje herijîm baş, veger divê’j jehriyyetê
Bêhna hilma êşê’d ceger, kişandîye hem dev hem der
Hundir li min xirbe-heder, heywax bênêre’l zulmetê
Qulhuwella qunit wecceht, dixûnim lê tev keft û left
Nizanim me’neya ebcet, gelo çawa bêjim ne te
Meriv pêşî dibêj kî me, zikrê Celîl dike qîme
Divê ku xwe bike lîme, paşê xwe bavêje rehmetê
Zahir eger tu zahir î, di batin de tu xafil î
Ji gunehan kûr bahir î, te ne ‘eyb û fediyyetê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön