Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Zahir Ertekin

M. Zahir Ertekin

2 görüntülenme 0 beğeni
di çûyînên bêveger û bêbersiv de di tenêtîyên bêdawî û hevrîşim de me bi piranî dilê xwe kul kir dilê bêrondik her poşmanîyên bihêvî disoje weke nameyeke bê bersiv, dimîne pişta wî her xware ji huznê û agir difûrîya ji tenûra wî bê wijdan dimêje hezkirîyên demborî… qelebalixên beredayî em tev dan lo! lo! ma tu nizanî hê jî êş di himbêza me ya bêxwedî mezin dibe pir dibin nû dibin û dibin hesinker… janên sote em hilanîn ji nava nivînan me pirtir dilê xwe ji xwe hişt … xewn û xew nema li binguhê hev dikevin di nava lihêfên havînî de xeyidîn… ‘umir diherike rondik jî… bêyî ku xatir bixwazin tew… di tengasîya geravan û di kirasê diltengîyan de me bi piranî dilên xwe xavî hişt xavî yanî li rasta, bê pertal bê nan û av tenêtîya ku, tenê ji xwe acize xwe avêt kolanên me weke nameyekê nivişt bi stuyên me vekir em kelogirî bûn ji demên bêqalik ji janên bêdendik û ji birînên bêhestîyar… ji rojên tarî me hêvîya şewqeke bêbinî kir em kenîyan û gerîyan li perava masûmîyeta zarokan çavên me mîna bircên diyarbekir dibiriqîn û rûyên me bê ken dibişirîn ji tavê re û êrîşî ser pêşeroja xwe yî kesk dikir di bêgunehîyeke yadîgar û bi hêstirên memleketalûd em hatin ceribandin me ji bîr kir kolanên dayik û bavan bi vê rewşê me êş di dilê xwe de meyand û me ji kêfa re dîsa ew mêt hemû diyarî dûrbûn ji dil me bi piranî ev dil ji bîr kir ha! ev dil ev dil dilo ay dil…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz