Berf e dibare li min, ji nû ve çêdibim ji nû
Hevkar û hinavên di min, ji nû ve dilivin ji nû
Xuşka baranê berf e, li derve ser teht û deşt e
Li hundir girar û geşt e, dikele çaydan ji nû
Rehmet e’j ji Rebbê jor e, kî nebîne korê kor e
Sor e li hewşê tenûr e, ji nû disoje ji nû
Heval û pend û şîret e, edeb û av û şet e
Elîf û rewd û ni’met e, dibare bi ser min ji nû
Kirasê spî ye ‘işq e, li dû xwe xêr û bêr hişte
Ketî me destê’m rahişte, huner e vebiye ji nû
Berf e dibare’b dor e, dest rabûne ber bi jor e
Firikek çaya sor e, dikele dilê min ji nû
Hikmetê bo me dibêje, çîroka dûr û dirêje
Berheman li me dirêje, heyîn e dikele ji nû
Taveheyva zivistanê, berê xwe dayê jor e
Li nik me bihara berfê, dibare dilê min ji nû
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön