Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Zahir Ertekin

M. Zahir Ertekin

2 görüntülenme 0 beğeni
Poşîne, xaîb in hest û dilînên te Kewara dilê te vala ye si’ûdê Awazên te baz didin mist didin keslanîyên te Wêran e, bargiran e qamet balaya te Nêrgiz li beyabanan şîn nayên, tov bê sirûd in Dengê te stûxwar e ruxsar e gul, si’ûdê Ji kevirân hişktir e vîna te, dilan dipekîne Ronahî bi hevrazên te ve hilnayên, qeşa ye erd Pêl bi pêl ditevizin behra gulvedana sûretê te Aram li te nayê mîna ava Feqiyê Teyran derdnak Di sehera sibehê de dikevî ber diranên jîyanê Te kezeb li xwe dax kir navegere patoza te si’ûdê Heyran ma tu çi dixwazî te çi divê li heyatê Derîyê herbê dadayî bayê azadîyê di tenûrê Bisk û kezîyên te şeqitîn rengê rûyê te vemirî Xembarî lê siwar hatiye, alav bi alav dihelî si’ûdê De wer mehebîn rewşa xwe û ya erdnîgarîya xwe Nûpeldayê derî vekir wer sicûdê serî rake si’ûdê Rûyê min dialêse rûreşî; sohtî me serapa, dikelin nay û enîn Te ceger tev parepar kir bêhn vedan tev kebabên te Gavanan naxir berdane zevîyan, talan e îro, rûsîyah e roj Ji cî xwe tew narabî, bê me’de li rasta yî si’ûdê Weke hersal em îsal jî bêpar mane ji si’ûdê Buhuşta azadîya dilan ma bihareke din si’ûdê Her wekî bayekî nesîmî dixwazit hinav û endama min Weke herkesî şa bim bi qelb û can temaşa bim si’ûdê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz