Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Zahir Ertekin

M. Zahir Ertekin

2 görüntülenme 0 beğeni
dinoşim ez ji xeman cihanê didoşim ez ji derdan verayê dikêşim ez ji bêjeyan semayê disojim ez ji qeşa a dinyayê hawar kes bi derdê dilan nayê dem ketiye tev we’d temam e êdî îroj sal e roj heyhat li xwe pêçaye zivistana kal ji rojan jî çîçekek vêketî xwepêşandan biharê mezin dike di hêmbêza xwe ya kevnar li erda beyar li çola har… geşedan dikule li welatê loryayê asteng dibin pirsgirêk û dikevin qirika hev ji tûmayê stûxwar xwe rizgar nake feqî bêje bêje kelîme kelîme har dibe çolbeyar bi baranê reqsa erdê rengezer dibe devken dibe lê nikare li ber evîneke şikestî ya sedsale ragire lingên tembûran bi xwe re dikşîne li zozanan dilêrîne hişk dibe ditevize ezmûna biharê reng bi reng keder ditemirin berg bi berg vedidin kenînên biharê lê zivistan jî dikoşe zivistan jî bi vexwarina çaya qaçax av didim simbêlên xwe gewre dibim li welatê zozanan hembêz bi hembêz didim hev ketîyên xwe xwe û gîyana xwe gîya barên xwe bar dikin ji şerma zivistanê konê xwe li nava çavê payîzê didin vedidin vedikin kin dibirin payîzê û ji zivistanê re çêra didin li erdê kelacanê deng vedaye baran di havînan de jî dibare ba, xwe ji şuxlê xwe bernade li ber hênkayîyê li ezmên li nava dilê cîranên şînahîyê… Ya Reb Çawa Kim Serê xwe rakim Xwe hebkî sar kim Qamet rewa kim Dinya denî ye sewda serî ye ruhim hatîye li ber devî ye çawa ku bêjim derdan birêjim axir dibêjim pir şaşa û gêj im qamet letîf e her wek elîf e remz û ‘efîf e dike kesîf e pir jar û mest im li nik te hest im giryan û best im hem zar mebest im ya reb mûrad ke şifqet seza ke bi qedr Taha ke ser pare par ke

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz