Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Zahir Ertekin

M. Zahir Ertekin

2 görüntülenme 0 beğeni
Piştî tu çûyî Tarîya şevê xwe li me pêça Têkilîya me û bayê nesîmê Xweşahengîya me û çivîkan Rûbirûmayîna me û sûlavan Avdayîna rihanan Tevî hêlînên derizî Şikest Şikest Şikest Cinûnî û cehûlîyê xwe li me girt Zen û sûiya wê kirasê xwe li me kir Neynûk neşuxulîn Di nava avê de jî Dîl ketin xwînên livînî Bê evîn Bê perwa Bê payan Piştî çûyîna te Pirên di navbera me û demê Ji avên şolî yên behra çavnebarîyê Hedimîn yekser Kundên ‘esrî Li kavilên me yên şewitî Govend li dar xistin Li ser dilê me reqisîn Birîn li me dax kirin Av li me heram kirin Ruhê me binçav kirin ‘Ewrên me bê baran kirin Piştî çûyîna te Hezar dengên ji hev cuda xwe li me ragirtin û Her yekî got; ‘xwedîyê we yî heqîqî ez im’ Şopên dirinde em li hev qelibandin Li baskên pejmurde yên dirindeyan em arqilîn Li ezmanan, me şewatên gundên xwe temaşe dikir Di nava dûxan û wêranîyê de Me tirba xwe dikola Pepûk jî her bi me re bû Piştî çûyîna te Hawar teng dibûn û bi xwe de teqîyan Bê xwê diketin qirika me Quruncok didan zarokên qumatkê jî Ew ji xew radikirin Ji bedêla ku em xwe paqij kin Deverû em diketin taya bêxwedîyê Bêxwedî li rasta mayîn Karê rojane bû ji me re Piştî çûyîna te Bêhna nîsan û gulanê vedibû Lê bê baran me ew bêhn noş dikirin Loma jî stîrî diçikîyan di gewrîyên me de Qermîçokî dibûn madên me Lê me ferq nedikir ku vexwarinên me jî Ji tamên xwe yên ‘eslî dûr ketibûn Piştî çûyîna te Gelek caran Me dilê xwe di bêrîka xwe de ji bîr dikir Da ku li qadan em amadeyê mirinê bin diketin rêzan Em bi hev ketin Em ji hev ketin Em bi xwe ketin paşê … Piştî ku me rengê te wenda kir Em bûn lîstika zarokan…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz