Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Xema `işqê perêhtim ez Hebîba xemrevîn kanî Seraser têk behêtim ez Ji derdê ferq û hicranê Firaqa dilbera rend e Behêtim herwekî find e Misilmanek dirê min de Xeber bit balê sultanê Xeber bit bal şekerxayê şepal û xob û zîbayê Ko mîr e belk-i bîr nayê Esîrik wê di zindanê Esîr im lerze û tavê Mi taqet vê ne perwa vê Di hebsa wê qe min navê Bikim firyad û efxanê Mi navêt ez bi firyad kim Li zulma dilberê dad kim şehê dê şubhê Ferhad kim Bidim rûhê ji kovanê Ji kovana te şîrînê Dinalim şubhê goyînê Dirêjim hêstirên xwînê Wekî tavê di baranê Wekî berqa biharî ez Ji dest çeşmên xumarî ez Dikim firyad û zarî ez Meger carek kî ihsanê Tu pir ihsan û xweyrehm î Li derwêşan abê xeşm î çi bîtin ger bi nêv çeşm î Nezer kî tu li astanê Li min pirsek bi dildarî Dibit hempayê dîdarî Vewesta yim di ferwarî Li `ebdê xwe ke fermanê Di fermanê vewesta yim Di benda xidmetê da yim Wekî goy bê ser û pa yim Heman lê dî tu çewganê Li ber çewgan û kaşoyan Ji derba tirk û hindûyan Dibazim herwekî goyan Dema ew têne meydanê Dema ew tên bi bazî tên Digel qewsên şîrazî tên çi mûkarin di tazî tên Bi de`wa têne lêkdanê Bi de`wa tên me yexma kin Di `amê şûr û xewxa kin Suwaş û fitneyan rakin Bi şîr ew têne talanê Du talançî di meşhûr tê Ji me`den `eynê kafûr tê Di têkil zulmet û nûr tê Me kufrî dî di îmanê Me kufrî dî di islam bê Ji şerqê zulmet û şam bê Ji zulfan `enberê xam bê Kinarê xal û nîşanê Du zulfê `enberefşan in Du le`lê şekkerestan in Du çeşmê sihrifettan in Dilê min wan xedeng danê Dilê min wan xedeng lê da Di birca roz û şeb tê da Li selwa mar livîn pê da Bi mestî hate seyranê Li selwê mar bi lef hatin Di bircan tîp bi şef hatin Ji batin tîr bi xef hatin Ji berbenda girîbanê Ji berbenda niqaba wê Li ber fetla `işaba wê Cemala mahitaba wê Mi bedrek dî di seywanê Heyîv bû ew di zulmatê Dixwim şondê bi ayatê Ko nûrê da semawatê Esed hat rast-i mîzanê Qemer hat rast-i perwînan Ji bo xemlê şemal înan Me nêrgiz dîn di nesrînan Di nêv baxê gulistanê Di baxê min medam dil tê Cinesrî w sosin û gul tê Binefş û terh û sinbil tê çevîn ser şubhê reyhanê Li dêmê sinbilan ser dan çevîn ser sosin û werdan Li mahê `eqreban ger dan Di ser da ab-i heywanê Ji `işqê lew Mela xest e Ji herfa badeyê mest e Ji hoş û `aqilî rest e Li der goşên di meyxanê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz