Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey şehinşahê mu`ezzem heq nigehdarê te bî Sûreyê »inna fetehna« dor û madarê te bî Her kinarê pê ve wergêrî `inanê himmetê Zuhre bê peykê te û Kêwan rikêbdarê te bî Dayima menzilgeha sûra te bit birca şeref Tali`ê ferxende û bextê se`îd yarê te bî Seb`eyê seyyare û neh çerxê sergerdan bi vê Girdiş û dewrê `eceb der xizmet û karê te bî Mahitaba dewletê yek pertewek şem`a te bit Afitaba ref`etê berqek ji enwarê te bî Lami`-i fetha ezel berqê ji ber tacê te dit Kewkeba se`da ebed necmek ji seyyarê te bî Berqê subbûhî ko işraqê li sed canan didit Ew ko keşfa dil dikit remzek ji esrarê te bî Rayeta fethê ji nesra te ko her menşûr-i bû şehsiwarê ferrê subhanî `elemdarê te bî Ney tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin Sed wekî şahê Xurasanê di ferwarê te bî Gerçi der iqlîmê rabi` hate textê seltenet Padişahê heft-i iqlîman selamkarê te bî çîmena sultaniyê yek laleyek baxê te bit Gulşena xaqaniyê xarek ji gulzarê te bî Ê ji emrê tey mukerrem serkeşî kit şubhê şem` Ber serê tîxê te û meqtûlê mûkarê te bî şahibaz er çend-i perwazê bi bala bêt û ret Dê di nêv tora te bêt û seydê şunqarê te bî şahê pirheybet didêrit lê bi sehmê zêde yî Sa`eta xeflet xwiya bî kûz di bin barê te bî Her serê dewlet hebit dê her di nêv benda te bit Her kesê `aqil bitin dê her di çokarê te bî Ê divêt azade bit dê çehvnêrê lutfa te bit Herçi istixna di dil ber minnet û parê te bî Her kesê qestek di dil dê qest-i dergahê te kit Ê di xatir ercû kit dê her ricakarê te bî Ê ne dewletxwahê hedret bit ji nêva can û dil şubhetê ehlê şeqa ber qehr û azarê te bî Ma bi `êş û noş û şahî ew qeder `umrê te bit çendekê salik mucedded bêt û bêzarê te bî Her kesê ne j`can du`ago û senaxwanê te bit Girtiyê qeyda te û amancê nûbarê te bî Medrekê `ilmê demîrê şemmeyek wesfa te hat Wer ne key `alem bi şe`nê qedr û miqdarê te bî Qest û daxwaza Melê da`im ji can û dil ev e Her di benda xizmetê pêşdestê dîdarê te bî Çavkanî: nefel.com (tîpguhêzî ji pdfê xendekî)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz