Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey nesîmê sibehê ma di mecala seherê sed selaman bigehînî ji me wê lebşekerê Nêrgiza nazik û ter neyşekera mest û xumar Dêmdur û le`lileb û muhteşem û mu`teberê Bisk û gîsû ji herîr in qeseb in turre û zulf Ne ji kafûr e beden xal-i ji miskê teterê Dêmibedr û aniyê zulfê li ser bûne helek Erqeman helqe û ger dane li dewra qemerê Asitanî û şibak û kulek û pencereyan Da bi miskînî û zarî tu bibûsî di berê Tozekê bîn bi xwe ra ta bikirîn kuhlê beşer Li terîqa qedema dilber-i wê rehguzerê Da bibînî senema min tu bikîn xwe bide xet Bike telxîş-i cewabê me ji vê muxteşerê Lew ko pir şefqe didêrit kerem û lutf û kemal Ah ji dest remz û surên wê dur û gewherxeberê Ma bi zehrê şekerî dost-i bixwînit carekê `Erdihala ko nivîsî me bi xwîna cegerê Qederek şefqe ji lutfa te temenna dikirîn Da me mehrûm-i nedêrî tu ji lutf û nezerê Bi xwidê qet te di dil da ji xwidê tirs-i nehin Dikirî zulm û cefayê tu li min vê qederê Ez bi wê qamet û bejnê li te şondê dixwirim Bes ke ey padişeha min li esîran xederê Ji ber ahên me dinê agir û dûd bit ne `eceb Me di dil da heye narek ko disojit seqerê Ne bûyîne ne dibin wek te şepalê di cehan Kê dîn mislê te sîmînten û zerrînkemerê Paş-i wan gezmeyê çehvên te Mela pê kuştiyî Ma xedeng in dikirin qet li me êdî eserê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz