Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Derê meyxaneya `işqê seher `arif ziyaret kir Bi ab-i çeşm û xwîna dil wudû best û teharet kir Werîn cama hilalê da ji `eksê mah-i new bînî Ko xanê mihr û cergê çerx û xewanê roze xaret kir Bi mîzan qewsê mahê new li wechê dilberê min dî Ji çeşm û guşe`ê ebrû bi dor camê işaret kir Bi ebşaran nezer min çû ji çerxê qewsê ebrûyan şukurxaz în ko çehvan karê ber `eyn-i beşaret kir Ji ber dêmê niqab avêt û destûra tewafê da Di se`yê Beyt û ihramê we min eswed ziyaret kir Di dîdarê hezaran can nisarê meqdemê yar in Kesê canan bi can bînit di `işqê wî ticaret kir Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di `alem da xesaret kir Tinê ew secdeya şukrê te bir mihrabê qewseynan Ko delq û şeml û seccade bi vê avê qesaret kir Di behsê le`l-i leb her xam-i narit teb`ê elmasê Welê te`sîr û feydê mihrê tedbîrê heraret kir Di i`cazê beyanê da suxen ger bête inşafê Dizanit muxteşer her kes Melê sihre`ibaret kir

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz