Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ah-i ji destê wê sirê dil ji meyê hewale kir Herçi li min kirî Mela cama meya duşale kir şengê bi naz-i meşşiha misk û zubad-i weşşiha Rûy ma dibin piyane hêj zêde li min delale kir çîçek û gul sehergehan nesterenên di xergehan Têk-i ji misk û mawerê mahê xwinav û jale kir Dêm-i di bisk û xemriyan ta û lefên di şetriyan Mane temam-i kesk û sor bedre li dorê hale kir Dûr-i kirîn ji sinbilan çîçek û bişko û gulan Dil me ji rengê bilbilan şubhetê dax-i lale kir Pîrê muxan ji şîşeyê da me sefînekê meyê şukrê Xwidê ko qulzemek min ji xwe ra qubale kir Xudrê bi remz û mu`cizê mest-i me dî di dengizê Hat-i peyaleyek di dest eşkere sed peyale kir Xunçeleba ji reng gulê dêmê bi sir numa Melê şubhetê bilbilan seher lew me fixan û nale kir

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz