Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Dîsa li bedrê katibî Kêşa ji nû jengarê xet Nûr e reşandî wahibî Dergerdişê pergarê xet Herfên ji qudret nuqte pur Madarê hewda le`l û dur Evreng-i kê dî we bi sur Qudret numûn zengarê xet Ew çîçekên şetrî şibêht Ef`asifet qelbê me mêht Selwa ji balayê we rêht Ev perdeya gulnarê xet Neqş û nigarên dilberan Dercên ji remzên esmeran Her tên ji dest neyşekkeran Me j’gulşena ferxar-i xet Mi j`destxeta terhên şelal Xal û xetên nûra zelal Danî di şendoqan li bal Malê me sed qentar-i xet Bergên gula reyhaniyê Katib numûçek daniyê Kes dî bi vê şîraniyê Der şen`etê cebbar-i xet Reyhan û sinbil tê hene Sed çîçek û gul tê hene Zerbav û bilbil tê hene Ew bexçeya gulzar-i xet Gulçîçek û neqşên xerîb Nesrîn û reyhanê `ecîb Lê rast û çep bûyîn şelîb Cedwelkeşên zunnar-i xet îro seher tuxra nişan I`rab û herfên zerfişan Hatin digel bayê şeban Me j`canibê dildar-i xet îro berata Ehmedî tuxra nişan zerkeş me dî Xettê Humayûn kê we dî şîrîn û me`nadar-i xet Ellah di ber qal û belê Da yexme kit qelbê Melê Avêhte çerxê cedwelê Evrenge `enberbar-i xet

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz