Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey şahidê qudsî veke bendê ji niqabê Ta çend-i we sergeşte bimînin di hicabê Biskên ji herîrê tu ji nû mawerê lê ke Zulfên ji `ebîrê şe ke bavê xem û tabê Qiştên di xwe çîn çîn bide ber misk û zubadê Tayên di `işabê bireşînin bi gulabê Her yek bi hezar reng-i li bejna te sema tên Xemrî û lef û şitrî û tayên di `işabê Min can yedê beyda ye ji `îsa çi xeber dim Min ateşê Mûsa diye gulnar-i şerabê Minnet ko ji bextê xwe we tali` bi nesîb im husna te ye îro ji me ra çûye nişabê `Işqa me ji ber mewc û `ecacê bûye derya Wê zîr û zeber kit me bi dest hind û xurabê Ne çerxê sipihrê ji hewaya te we mihrê Sergeşte ne ew têk vi me ra şubhê hebabê Wek ba dilezînî tu kimêdî dibezînî `Umrê me `ezîzî bi xwidê bes ke şitabê Ya pê bi ziyaret bi me de ya serê enguşt Destê xwe me avêtiye bêçare rikabê Min rê ji serabê bi şerabê bir û munkir Hetta bi ebed teşne ceger ma di serabê Serpoş û qibaba me ye tesbîh û muşella Wer da bidirînîn li xwe vê perde û niqabê Li l-lah were saqî bi du caman me ciwan ke Mutrib bi defê ra bide sêgah û şebabê Wer guh bide nayê ko şirînqed di semayê Pir hel kirine mes`ele vê feslê xitabê Cama ne şekerleb bi me dit `eynê heram e Fetwa we numa haşiyeya şerha-lubabê Muftî me ney û nay e we ney qewlê qedîm e Bawer te nehin guh bide ber çeng û rebabê Nerda me çi bazê binumîtin me ji sazê Bendên di su`alê we kuşadên di cewabê Ez çûme serayê ko şirînqed di semayê Go ev ne Melayê me ye bêperde bila bê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz