Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Feleka etlesê sergeşte di cama me hebab e Mewc didit qulzemê `işqê me li serdest e xurabe Dil kemerbeste`ê `işq e me xwe zunnariperest în Mey û me`şûqe du`ayê me û seccade qibab e Ji hicabê were der nazik û mestane bimeş tu Te cehan zîr û zeber kir bi Xwidê ev çi hicab e Destê Cibrîlî hilavêtî ji bejna te niqabê Bi yeqîn Qaf e li rojê were der sîne niqab e Me bi işraqî su`alek ji lebê xunçe kuşa kir Go bi ilhamê dizanî di su`ala me cewab e Tu binê sazê bi awazê çi rengî me dixwazit Ellah Ellah bi Xwidê qet dibihî ev çi xitab e Guh de nayê ji lebê le`l-i bi qanûnê hikayet Dê çi şehde bi defê ra bidirit şehde rebab e Xweş perîşansifet û mecme`e`ê şûretê hal în Pîrê `işq în û ciwanteb` û dilê `ehdê şebab e Dûredest în ji xiyalan me divê yek ji Xwidê ra Xef di behsa me ji dil bêt û birit `eyn-i sewab e Me muşerref ke du çeşmên me bisata qedemê ke Pir li nik min heye mey mêze ke min sîne kebab e Kesk û soran tu binê çerx-i li dora du hilalan Du qeran mane beraber şefeqê perde `isab e `Er`eran ta di şepal in wereqan cezbe ye vê ra Nêrgizan ser di giran in li binefşan xem û tab e çîçekên qewsê qezeh reng-i hezar reng-i sema ye Sinbilan girtî xwinav û li gulan taze gulab e Mest û hişyar-i heme keckuleh in reqs û sema tên Ez nizanim çi neseq keyf e nizanim çi şerab e Xaka payên te di rêza seg û tolan xwe dinasîn Me ne sûc û ne gunah û ne xeta ev çi `itab e Ji wisala xwe zekatê bide miskîn û feqîran Ko cemala te ye kamil di kemala xwe nişab e `Aşiqê mes`elexwahê were em muftiyê `işq în Destekê sunnet e tê da di yekê neşşê kitab e Dil bişû tu j’ vê nifaqê ko bidit sîne beraqê Bi şefa hemrehê erbabê dil û ehlê şefa be nezera `eynê `inayet bi me da şahê wilayet Ji `inayet nezerê dil me tejî `ilmê `ubab e Lebê le`lên te dibê her bi yekê nuqte`ê `ilm in Bi xetê herfê elîf cezme şubê helqe`ê bab e Xet û xalên te bi mû mû ji me ra mes`elego yin Me ji wan haşiyeyan sîne tejî şerhê lubab e Ab-i heywan te divê rast-i binoşî şebê qedrê Destê ber gerdenê pîr pêc û xem an zulfê duta be Me ji biskên te girihdar-i ji bextê xwe girê ne Me ji zulfên bi xem û tab-i di dil da xem û tab e Te divê berq û birûskan bireşînî tu nezer de Te divê roj-i xwiya bit ji şibakê tu xwiya be Te divê zîr û zeber kî me du zulfan bide ber ba Te divê qenc-i qiyamet li me rabit bi xwe rabe Qesd-i serçeşme`ê heywan-i heqîqet ke Nişanî Bi cehanê mebe mexrûr ko cehan `eyni serab e Serkeşî, şîwe`ê erbabê wefa nîne, rihê min Te ji dil şohtî Mela bes bi Melê ra bi cefa be

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz