Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ger bidiya ew senema surcemîl Nazilê erdan nedibû Cebre`îl Min nezerek li husn û cemala te kir Ayîne yek dî mi ji nûra celîl Lew ji lebê le`lê te can bû xecil Badeyê engurî kuca selsebîl Dêl me hezar in te di bendê welê »Leyse lena `enke mecalu bedîl« »Ma ena wehdî bike min muxremin Kem leke qeblî şexefen min qetîl« Dar û derdê mi tu yî canê min »Hel bi-siwe l-weşli şifa`u l-`elîl« sebr û sukûn çûne me nêv Dicle da Lew ji du çeşman me dizêt ab-i Nîl Bes ne mi sed çeşme ji çeşman dizêt »Mezce demin dem`u `uyûnî yesîl« Pir me nezer da te ji ser ta qedem »Qed rece`e t-terfu we-`eqlî kelîl« Mislê te ma bûne weya ma dibin Roj ko tecella ye çi hacet delîl »Qed selebe r-rûhe `ela xefletin Iz heceme l-qelbe bi-terfin kehîl« Gerçi li ber derb û cefan fîl-i bûm Bê mefer ez mat-i kirim şah û fîl Can didirim guft-i bi yek bûse de Lê bibitin le`lê şekerxa kefîl Gerçi di nêv helqeya şêran im ez »Leyse `eleyna li-`idana sebîl« Zor-i Mela firqetê ebter kirîn »Inne mine s-sa`eti yewme r-rehîl«

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz