Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ellah sehergaha ezel Zatê tecellaya xwe da Nûra cemala lemyezel Yelmûmê ’işqê şu`le da Zatî tecella bû li zat Bê îsm û asar û sîfat Sirra hurûfên `aliyat Xef bû di sitr û perde da Zatî muqeddes bû wucûd Coşiş nedabû behrê cûd Wesf û îzafat û quyûd Yek ji tecellayê neda Husn û cemalê xwest evîn Vêkra di yek zatî civîn Nûra qedîm bû `işq û vîn Wan li êk naz û ’işwe da `Işqa ji nûra Layezal Husn û cemala bêmîsal Îsandin yelmûm û şemal Dîsa xwe lê perwane da Husn û mehebbet her hebû Heq aşiqê zatê xwe bû Muhtacê husnek dî nebû Neql û rîwayet pê weh da Burhanê `eql ew kir qiyas Îsm û kemalatên di xas Ewel elîfê pê binas Vê nûrê ew pertew veda Ew nûre dayî şewq û tav Alem xweyabû ma di nav Berqên xwe avêtin belav Reng-rengî berq û lem`e da Subhan ji remza Xaliqî Nûra sipîde sadiqî Avête qelbê aşiqî Lerzîn û ta û cezbe da Me`nayê ’işqê bêm çi ye; Lew min bi çeşmê dil diye ’Eksa cemalek safî ye Lami’ di mîr`ata me da Husnû mehebbet zatek in Me’şûq û`aşiq latek in Lê sûret û mîr`atek in Her yek di me’nayê xwe da Ger dîlber û wer aşiq in Arif di vê da sadiq in Ayîheyê nûra Heq in Cih-cih di wan da cîlwe da Aşiq ew e, dîlber ew e Zahir ew e, mezher ew e Rûh û beden gewher ew e Her şahidek durdane da Her şahidek da dêm ji durr RÛhek di bexş ba remz û sur Xetê xubarî nuqte pur Katib ji bala nusxe da Herfên kişandî katibî Nûra di rûh û qalibî Yek-yek bi îsmê wahibî Î`rab Û cezm û nuqte da Nûr in ji ser heta qedem Neqqaşê ser meşqê qidem Pê zeyyinand lewhê edem Her yek bi yek dî çeşne da Ev şikl û sûret, çeşne yin Esl in, li bala tertie yin Nisbet bi wan em saye yin Tertibê xellaqî weh da Aleb bi alem ew neseq Bû ayine esmaê Heq Nûra tecellaya teteq `Eks û xeyalek sade da Her heyeta lê rûh û cîsm Gelkê ku lê danî tilism Her yek ji yek rabûne îsm Lew hertî herf endaze da Em têk hewiyyat in yeqîn Îsm in ji mesdermuşteq in Mewhûm û laşey mutleq in ’Eks in di nêv ayîne da Pertewji `eynînûrekê Tên-tên tecalla tûrckê Ew ser didit yek fûrekê Lew çendî leb-leb qetre da Ew şahidên bêrîji `eyb Her cîlwe lê dayî di xeyb Vê alemê ew tîne ceyb Dîsa li ha ew cîlwe da Reng, rengê husna sûretan Neqş û nîgarên destxetan Bala û bejn û qametan Şêrînleban pur xende da Şêrînlebên qedneyşeker Sîmînberên nazikbeşer Zulfan sitar bû roj di ber Biskan li miskê te’ne da Guldesteyên nûrînqedem Destan ji enguştan qelem Ew laleyê Baxê îrem Mawer li belgan jale da Hin esmer in, hin dêmzerî Mehpeyker in, surmuşterî Wîldan û hor û ew perî Hatin lîbasê came da Çendî bi xeml û rewneq in Tezyîn ji husna mutleq in Têk cîlweyê nûra Heq in ’lşqa ezel pê şîwe da Husna munezzeh bênîşan Wê lê nivîsî zerkeşan Xal û xetên `enberfeşan Her kes bi wan dil yexme da Darûyê husna dîlberan Bi xeml û lîbas û zîweran Bête şihûda beseran Bînahiya herdîde da Binmêt-i husnê renge-reng Nay û def û qanûn û çeng Ew `işqevan tînit bi deng Lew wan bi husnê nexme da Sira kelamê eqdesî Dem-dem di libsê enfesî Têtin tenezzul bêhisî Ne b`guft goyê qisse da Weh di vê ku `uşşaqin hebin Dildar û muştaqin hebin Wê şemsê afaqin hebin Da kifş bibit d`ispîde da Da kifş bibin kewkeb di çerx Rabin hezar Me’oif ji Kerx Şiblî û Se’dî, alî Ferx `Işqê di wan keşfa xwe da Da husn û hub din mezheran Kişf kin li her erd û deran Aşiq bixwînin defteran Dîlber mehebbet name da Husn û cemal û `işqe ye Aram bi perdê da neye Mehbûbê lew heta heye Nabit di perde û xelwe da Mehbûb Û xwûb û dilberan Bigrî li wan heftê deran Dê xwe ji şibak û penceran Zahir bikin di her erde da Ew laleyên ji gul tazeter Fesla buharê bête ser Cih-cih bi hev ra têne der Xweş-xwek di erdê xare da Remzek xerîb û fatirî Peyda bibit nîv xatirî Qewet te nînin ragirî Xef kî di nêv qelbê xwe da Mefhûm ku bû melûm di dil Zîwer bidî tê sed ’emil Bînit lîbasik pur xemil Hindî ku se`y û cehde da Lefz û Tbarat came ye Mehbûb-i me`na bi xwe ye Lê xemlî husnek zêde ye Lewra bi husnê zîbe da Min ev mîsal lew bo te best Zoran bi zulfan dil vebest Herçî te dî sûreperest Durrê yetîm bê feyde da Pîs û xirab û zişt û ar Ma ew bi xemlê têne kar? Ê di qeydê Iebsî nedye yar Hubbê bi xwe davê neda Çarê hilîn, yarê bibîn Ne d’perdeya tarî bibîn Sed carî er karî bibîn Gul wê di nîva buxçe da Ew bû murada kirdîgar Lew kir îrade û ixtîyar Vê buxçeyê her lê buhar Gulgeş di baxê xwunçe da Bayê evînê ku livî Ew qiştûzulfê serçevî Her dem hezar dil dakevî Xal lew di damê dane da Behra wucûdê coşî hat Nûrek tenezzul bû ji zat Hatin te`eyyun têk sîfat Eşya zuhûr ’ilmîye da Eşya di `ilmê bûn zuhûr Îsman ji feyza îsmê nûr Teqwîmê bestin bê qusûr Hukm-i sîfatê seb’e da Vê Alemê teqwîmê best Her îsmekî fi`la xwe xwest Hukm û teserruf da bi dest Her wî di milk û qebze da E’raz û`eyn û cewheran Wahid ji esl û mezheran Tesîrî bexşî mezheran Sed rengî herf û sîxe da Feyza hurûfên `aliyat Behsa sutûrên safilat Ayat û wesfên muhkemat Tertîbê ’uşr û sûre da Katib nivîsîh ew hurûf Her talibê pê bû wuqûf Hatin ji dilsed ah û of Serxet li Lewhê sade da Ew destxetên katib semed Wahid li ser lewha ehed Neqşek reşandî bê`eded Ce`da cemalê şane da Esma tekamul rast kirin Bala fewa`il rastkirin Cih-cih qewabil rast kirin Jê’illetek sûrîye da Esma muqabil bûne zewc Lê cumle jê bÛn fewcefewc Behra wucûdê hate mewc Mewcan di behrê lucce da Coşiş ku da deryayê Cûd D’ayineya îsmê Wedûd Carek tecella bû wucûd Fûrek ji nûrêjê veda Fûrek ji nûrê wî vekir Genca zuhûrê pê vekir Kenza xwe qufl û mifte kir Hêj wê di qufl û mifte da Husnek munezzeh sewirand Nûra hebîb jê afirand Alem di KUN hê heyirand Rûh-ul Qudus can nefxe da `Erş û cîhat lê bû heyat Ew şahidê qudsîsîfat Ji bo yeqîna nûrê zat Sîwan û şewq û hale da Husna ji `işqê sewirê Xaret kirin hor û perî Herçî di KUN hêfikirî Ew ma di`icz û hîre da Ew sûretê mîr’atê husn Jê bû zuhûr ayatê husn Lê bû tecella zatê husn Vê husnê ew serçeşme da Serçeşmeya husnê ew e Xurşîd û alem penew e Ger bedr e wer mahê newe Wer Muşterî yan Zuhre da Wîldan û hor û ger perî Şêrîn û mehbûbên berî Hemyan ji husna xawerî Nûrê di wan yek zerre da Nûra ji nûra Ehmedî Sirra sîfatên sermedî D’ayineya zatê xwe dî Keşfa kemalatê xwe da Ew bû qelem, ew bû’eqil Lew pê hedîsê da neqil Deryayê’ilm ew bû şeqil Tefsîlê `ilmê cumle da Ew bû di cumle rabîte Mîzan û îsm û basîte Feyza heq ew bû wasîte Çeşmê wucûdê surme da Yek bû elîf, yek nuqte kir Çend şiklê dî lê zêde kir Herdem peyapey sifre kir Bala bi bala rutbe da Wahid ji nûra wê durê Peyman e ew cama surê Mey rihtê anî ber firê Hem cam û hem peymane da Xeyb û mîsal in herdu silk Peyweste anîn mîmê milk Ew katibê eimasî kilk J`wê xameyê ev reşhe da Nûra tecella hate `erş Esma hemî lê bûne neqş Şewqa di wan çû ta bi ferş Îsman bi zatê secde da Katib qelem dîsa gerand Îsmek ji îsman sewirand Kursî ji nûrê afirand Cennatê xula û Sîdre da Serçeşmeya nûra sexî Behra cemed dabû rexî Feyzê ji ber daberzexî Dagirt û geh-geh fûre da Ew berzexa rengayine Hingî ku eşya dayine Wan tê şemal îsayine Jê sûretek ’eksiye da Wesf û kemalatên subûh Herfên kîtaba ’eql û rûh Îsmek divê lê bin wudûh Lew Lewh û kilk û xame da Ew nusxeya alî îsim Lewhek divê jê ra cisim Da herfî lê bin murtesim Herfan şikil nûrîye da Nuqtê ku me’nayek divê Terkîbê îmlayek divê Sûret heyûlayek divê Rûhan, di nefsê cuse da Ma têne dîtin husn û sur Bê bejn û balayên ji dur? Katib ji van herfên di pur NÛnek xeyalî besme da Durdaneyên xawermîsal Ayîneyên tê da şemal Nurêk munezzeh ew cemal Mey kirdi nîva şîşe da Rûhaniyên qudsîmîsal Dê bên lîbasê xet û xal Saqî meya gulgûn û xal Tînit di fîncana me da Mey ku di camê bite noş Bêdeng û sewt her tête goş Jê tête di herdem siroş Lew ev şerab alûde da Ev reng tecela kir subûh Saqî ji şehkasa futûh Mey rihte cama eql û rûh Roj bû di qewsê qubbe da Roj bû di nîva neynikê Katib ji herfê `eynikê Nîvgoşeya qewseynekê Tuxra bi îsmek taxe da Tey kir di neêv tuxarayê îsm Teksîrê kir herfên tilism Husna muqeddes bû du qism Hukmê tecellayê we da Yek ’eql û rûhê e`zem e Mîsbah û nûra alem e Hawa û neqşê Adem e Bêmudet û bêmade da Ê dî ku nefsa kullîye Husnek muqeddes alî ye Ew jî bi rûh raeslî ye Wan herdu hev ra saye da Ayîneya zatê yek in Lew dîlber û latê yek in Vêk ra di mîr`atê yek in Hem taze-taze `işwe da Ew tên bi cem’ê fer` û esl Maîl dibin vêk ra bi wesl Nabin ji yek ew ferq û fesl Hukmê wîsalê pê we da Vêkra ku bune wesl û cem’ Barîn ji mabeynê du lem` Îsa ji erwahan du şem` Şem`a nufûsan şûle da Îsa ji erwahan qebes Pur şûle tên nûrîn qefes Nefsan bi `işqê da nefes Qelban bi hubbê lehce da Ew latê husn û `eynê nûr Sûret bi sûret tên zuhûr Îns û perî, wîldan û hûr Cî-cî di wan da cîlwe da Her yek ji feyza îsmekê Tên sûreta tilismekê Lew me`neya her cîsmekê Pertew ji nûrê lê veda Dê sirrê tewlîdê bibêm Ne b`wehm û teqlîdê bibêm Me‘na ji tewhîdê bîbêm Dil vê edayê şehde da Me`şûq û aşiq herdu lat Meczûbî dê yek bin sîfat Hîna ku bû yek îltîfat Be`zek sîfatan hisse da Hay û hoya subbûhiyan Reqs û semaya quddûsiyan Teşbîhê coqa sofiyan Feryad û zikr û lerze da Westa ne şaxis sef-sef in Batin di`eynê da xef in Teşbîhê berqa qatif in Lami` di çerxê tîs`e da Bi zaz û cama badeyê Yar têtin nîva helqeyê Medhûş û mestê wê meyê Şakû kulah aşufte da Remza di cama şerbetê Xef tête nîva suhbetê Herçî ku fincanê detê Wî can bi nezr û sidqe da ŞenVa wîsalê her geş e Şewqa şemalê ateş e Xemra peyalê bê xeş e Saqfeceb reng bade da Saqê ’eceb reng bade rêt Aşiq ji me`şûq ev divêt Fîncan bi fincan da û mêt Kama dilê bêçare da Eşya li pey hev welidîn Yek-yek ji weslê bedidîn Hem mesder in, hem mewrid in Vê qulzumê ev reşhe da Ew reşhe da wê qulzemê Mey hate tasa alemê Cama cîhanbîn da Cem-ê B`Eskenderî ayîne da `Eksa ji husna meyfiroş Avête fîncanên bi poş Nageh di caman hate coş Fûrî di nîva kuze da Saqîji dengê bulbul e Avête çerxê xulxule Rûhan li dorê silsil e Govend û reqs û helqe da Mehbûb xwe nîşan da sefê Carek di cama qerqefê Hatî bi awazê defê Tenbûr û çengê nexme da ’Eynê tebfet cismê kul Bişkift di wî baxî du gul Îşqê gerandî camê mul Husnê di wan da pence da Berzex bi berzex bûne rast Nînin di nêv da kêm û kast Menzil bi menzil hilguhast Heta ku dur çû huqe da Avête durdana xwe dur Îsand ji mîsbaha xwe sur Dolabê necminehse kurr Mîhra sitêra Se’de da Çewkanê bayê Lamekan Fulka felek qaim sukan Teşbîhê goy da ber şekan Her bê sukûn û sukne da Ew kamilê bê`eyb û neqs Çerxên bi her yek nem’û şexs Wê yek bi yek anîne reqs Tê seb’eyê seyyare da Her neh bi vê cehd û lezê Çerxîn li dora merkezê Behra du alem lê kezê Tê ev hebab sergeşte da Behra du alem lê zebed Mewc û hebab in, hin cemed Peyweste têtin cezr û med Seywan li sehrayê veda Ew xêveta kewkebmîsal Geh bedr e têtin, geh hîlal Sê deh, duwazde mah û sal Çerx in di seyra tis`e da Min dil ji fehmê qasire J`wî sûretî çar bagir e Pê kir temam ew daîre Neqşek ji wê terwende da Yek-yek ji teqwîma qedîm Lê bû neseq hukmê hekîm Avête wê lewhê Hekîm Têk alemê pê şûle da Hingî ku xet û nuqte ne Ewda û eşkal tê hene Her yek bi miqdarê xwe ne Esla tesewwur rê neda Mîqdar û şiklê hendesî Kêm-zêde yek pê nahesî Teswîr dikir lqlîdesî Heta bi sethê sufle da Mersef di nav van meş`elan Qet`a mesafa merhelan Sirra birûc û menzilan Resma silûkê cade da Ew yek bi yek xalî nihin Bê hîkmetek alî nihin Ger van surek halî nihin Ew reqs çira mestane da? Mestane govendê dikin Reqsê li dor findê dikin Qesta şekerxendê dikin Le`lan ji gewher xende da Tên bayê çerx û lewleban Tedwîr û seyra kewkeban Şe’şe`aniya rûz û şeban Dolabî her tê jê seda Sûretbi sûret lê kişand Lewhê Heyûla neqişand Zêrav ji nûrê lê reşand Teqwîm û şikl û xane da Katib di çerxê cedwelê Xweş neqşek avêtê welê Kir haşiya heft heykelê Nêv kulliyatê xemse da Danîn di pergaran esil Bestin muqabil da fesil Vêk ra dewaîr bûn wesil Berzex bi berzex hisse da Çar `unsur in, çar teb`et in Vêkra bi mîzan vêkketin Hevra muxalif sîret in Der sûretê şexsîye da Hetta bi mîzan çar esil Bi hev ra nebin cem’û esil Cisman ji hev nabin fesil Bazû ji bazû şeq neda Çar ummehat in, sê benat Her bê qerar in, bê tebat Pur `işq û meyl in iltîfat Vê tazedeyrê kuhne da Hin suflewî bazî dikin Hin meylê evrazî dikin Xweş reqsek şehbazî dikin Sergeşte ne d’halê xwe da Her heyet û her cîsmekî Her ferd û new’û qismekî Rûh wê di destê îsmekî Mayî di qebze û pence da Kulab bi destê wahib e Yan rakide, yan cazib e Yan xafide, yan nasib e Yan refe û yan cezmê da Ew cezme dayî merkezan Ê dil ji ber şewq û lezan Hikmet bi qanûnê bizan Ehlê dil ev jê gufte da Remzên nûcum û heyelê `Eqlê mucerred nare tê Bê nûr û `ilmê wehdetê Ew ma di şek û şubhe da Feyyazê ’ilmê "Mîn ledun" Pey-pey ji behra "Kan" û "Kun" Geh-geh bi ustadê sexun Wê gewherek nasufte da Feyza ’ulûmê felsefe Pur kifş e, lê sitrû xef e Min dî di camek qerqef e Fîncan bi can min cur`e da Her neh felek lê kaxik in Dûrdiraz wek axikin Tê dar in, ew jî şaxik in Vê terhê însan meywe da însan ber e, alem dirext Sultan ji xelwet hate text Pê zeyinîn îqbal û bext Dewlet ji bala tale da Sultan ji bala hate xwar Lahût bi nasûtê veşar Peyweste bû nuqta medar Dora ’urûcê gerr weh da Dewran gerandin her teref Aşiq gerandin sef bi sef Mehbûb bi fîncana sedef Durdaneya seyale da Saqî ku da min ew sûlaf Feza meya gulgûn û saf Zail kirin şubhe û xîlaf Tlmek ji bejnê ruq`e da Tlmek numa dil pê numûc Qelbê bi ’işqê kit ’urûc Dê tey bikit çerx û burûc Şehper li dara Sîdre da Dolab û çerxê neh felek Pêş destê Kursî bûn helek Sergeşte hatin ew gelek D’wê nuqteya mewhûme da Ehsen ji vê nezmê letîf Çendî sebuk hatî xefîf Mebûb bi destê xwey şerîf Nexdê me muhr û sikke da Ehsen ji vê wesfa refi` Eskal û ewda `ên bedf Têtin ji nûrê wekreqf Bê’eyb û neqş û rexne da Ehsen ji vê wed`ê Mela Eşkal û ewsafên hela Lew dil bi wan bû mubtela Cezbe w celale d`sîne da. Çavkanî: Kovara Nûdem, h: 2 r: 42, 1992 Deşîfrasyona ji pdfê: R. Xendekî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz