Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Hê di ber qalûbelayê belko ev `alem nebû çerx û dewran dewrê gerdûn gunbedê mîna nebû `Erş û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê Husnê heq bû istiwayê lami`a `işqê hebû Nehtibûn hukmê sifatan ew ji zatê lem-yezel `Aşiq û me`şûq-i yek bûn şem` û hem perwane bû Husn û hub zatê qedîm in lê cida bûn ew ji yek Lê niha ismê hudûsê hikmet û tefsîl we bû Yek di zatê surşirînan bû cemal û husn û sur Yek di qelbê ehlê dil nar û celal û cezbe bû `Aşiq û me`şûq-i el-heq herdu mir`atê yek in Lew di eslê cem`ê da eslê qedîm ayîne bû Cezbe û seyra sulûkê bêmehebbet nabitin Cehdeya bê`işq û hub çendî ko kir bêfeyde bû Salikên `işqê yeka yek hewce nînin ez bibêm Cameya pîrê terîqê ser ji nik şehzade bû Reng û reng ehlê meqamatê terîqê çûne seyr Hin celal û hin cemal û sermeyan ev bade bû Ê birî `eynê beqayê badenoşê `işqê bû Ê bûyî mehwi-fenayê `aşiqê bêçare bû Êk ji wan perwane bû soht û fixanek jê nehat Êk ji wan teşbîhê goyînê bi ah û nale bû Awirên eswed`uyûnan `aqilan sewda dikin Gezmeya `aşiq vi dil keftî ji çehvên şehle bû `Aşiq û me`şûq-i da wasil bi yek bin bêhicab Mehw-i bû bi-z-zati `aşiq lew di `işqê perde bû Lew di `işqê da fena bû da bibit baqî bi dost `Aşiqê fanî nebû wasil hetta baqî nebû Nuqteyê `ilm û sewadê herf û neqşê `alemê Ser didin me`nayekê eslê sewadê nuqte bû Her yek e û dê yek bimînit ewwel û axir yek e La cerem nabî du bê, ê dê bimînit her hebû Herçi de`wayê di `işqê da Melê sabit kirî `Eynê de`wayê di nefsi l-emri dîsa şehde bû

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz