Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ger ji wê horîsiriştê `işweyek izhar-i bit Dê bibit narê Xelîli l-lah û dojeh sar-i bit Wer ji ber perdê yedê beyda bi mu`ciz bête der şems û kewkeb dê hilên `alem tejî enwar-i bit Wer ji `eksa xemriyan qewsê qezeh dit yasemîn Dê gul û reyhan bibarin têk û têk gulzar-i bit şem`-i dê can dit ji şewqê bête ber şubhê nefes Narit axir ger bi mûyek behsê zulfa yar-i bit Silsila behsê ji xwîna dilber an zulfa biçîn Dê xeta bit navê misk er nafe`ê tatar-i bit toqê gerden helqeyê zunnarê zulfa yarê min Dê kilîta kelbê `işqê helqeya zunnar-i bit `Eqdê ihramê di `işqê da ko pîrê `işqê best Dê çi xem ger xerqe rehnê xane`ê xemmar-i bit Gezmeyek qewsê şevên `aşiq bi nîva dil kevit Dê ji can destan bişût xasma kevan nûbar-i bit Wer ji qewseynan bi mîzan bêne der cotek xedeng Dê ceger bit pare pare sîne tar û mar-i bit Xwîn ji mîlakê bi derba xencerê ger bête der Bo şehîdê `işqê êdî dê ji kû hişyar-i bit Dê ji wan le`lan şifayê dil bi qanûn telbe kit Da işaret xweş bikin herçî kesê bîmar-i bit Bilbilê mecrûhê `işqê taqeta xaran nihin Dê kulafa rîşê sîne bişkowek bêxar-i bit Her dilê bazîsifet dê şeydê teyxûnek we bê Firr û perwazê humayî penceyê şûnqar-i bit Yar-i dê hakim bitin qewlê reqîban guh nekit şahê mulkê dilberî dê fa`ilek muxtar-i bit Dil bi zulmê nasojî, xenc û xet û xal in di dil Xeyrixwahên dewletê mîrî ji wan guhdar-i bit Teyrê dil bê tem`ekê nayête dest şehzadeyan Qûşçiyê şahîn di destê wî di bêazar-i bit Bende`ê Baxwey bivêt dê meylê sîm û zer nekit Da `etaya padişahan bê hed û ijmar-i bit Sar dibit dil ma bi sed cewr û cefayan zerreyek `Işq-i teb`etnar e hingî dê biçit dijwar-i bit Leşkerê `alem meger yekser te dijmin bin Mela xem bi mûyek nakişînî ger te dilber yar-i bit

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz