Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Daneyên `enber li nisrînan reşandin xalê xam Sosinên nazik li ser xalan çevandin dalê dam Cebhet û dêmê ji qudret lê nivîsî herf û herf Kagulan ta ta li ser herfan kişandî lam û lam Leyletu l-qedr û berat in zulf û cebhet subhê `îd Dêm weko fesla biharê lê qiyamet qedd û qam Ew perî weqtê di sundus da ji qundus bit xwiya Bende dê şah û geda bit Xwisrûyê şîrînkelam Herkesê carek diye ew zinde ma hetta ebed Wê nedîtî ew perîrû zindegî lê bit heram Herkesê camê ji destê wê binoşit noş-i bit Ê ji wî destî nenoşî zehr-i bit lê ew medam Wan di reqsê da ko dîm awir peyapey dane min Berq û tîrêjan li dil dan cezbeya `işqê revam `Umrek e dûr bûm ji canan ketme benda firqetê Nagihan perde hilanî go Melayêm es-selam

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz