Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
`Er`erxerama bi qedd û qamet Yek bûse da me bi sed qiyamet Yek bûse bexşî ewwel bi ihsan Axir li min kir curm û xeramet Ji jeng û zerqê dil da bişûtin Cama sedef bên rend û keramet Ji herdu çeşmên tey mest û xwînrîz Nûra du çeşman kê dî selamet Li derd û êşan peykan û nîşan Me ji herdu çeşman kifş in `elamet Riswayê `işqê tenha ne ez bûm Kes dî zemanan hub bê melamet Du secde ferd in fi l-hal bibîn ber Dema xwiya bin ew qedd û qamet Da `eybê rendan nekî bi badê Nufûsu qewmin biha tesamet Mela li `umrê bêfeyde borî Kêşa bi zor an qehr û nedamet

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz