Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Bi husna ehseni t-teqwîm û zahir soretê zat î nezer dî »`elleme l-esma`« we batin `eyn-i mir`at î Di pabûsa semen sayê mi nêrî bejn û balayê »Le`ellî ebluxu l-esbabe esbabe s-semewatî« Ji vê teqwîm-i insanî nezer da sirrê subhanî »Fe-haze l-wechu min ecla berahînin we-ayatî« Ko nûra `işqê lami` det li torê qelbê cami` det Di seyra berzexi l-esma` nihayatu bidayatî Nişanên turre tuxrayan di weşfê zuhre sîmayan »Li-`inwani t-tecellî min bera`ati l-`ibaratî« Dilo wer seyrê balayan di gulzara semensayan »Bi-ha tehtezzu banatun lena min meysi qamatî« Semaya cumle dêmdur tê bi i`caz ehlê sur pir tê »Bi-ha teşteffu qamatun bi-`îdanin we-nayatî« Semayê rast û çep tînin şemalên xasse hiltînin »Fe-ya li l-lahi fî meylatiha min `etfi banatî« Bibêjin xemze elmasê bi zimzim bîne şehkasê Ko hel kit me`nayên asê »fe-ya heyya lena hatî« Dibînî nexmeya çengê dema avêhte ahengê Bi qanûn wê dixwînit me »li-mî`adin we-mîqatî« Ji remzên xemze çalakê bi dil dê bêne idrakê »Me`anin lem yese`he l-lefzu min dîqi l-`ibaratî« Ji nazik dilbera nazik di sehmê dî me i`cazik »We-kem min xeşfi xizlanin ehabet leyse xabatî« Ne tenha pêşiber yar în ji emrê »kun« xeberdar în »We-men ehwahu sarin fî mesarî kullî zerratî« »Huwe l-ewwel huwe l-axir huwe z-zahir huwe l-batin Huwe l-me`bûdu we-l-meşhûdu fî kulli l-huwiyyatî« Ji laşey`î ji me`dûmî me nasî sirrê qeyyûmî »Sucûdî fî turabi l-mehwi min e`le l-meqamatî« Bi heq rindê xerabat im ji dêrê vê demê hatim çi hêvî hon dikin îro ji vî rindê xerabatî Di `işqê şeyxê sanî me, bi dil behrê me`anî me »Li-zî hicrin we-çî qelbin şifa`un fî işaratî« Di iqlîmê suxen mîr im di şi`rê de cehangîr im »We-ye`lu mewkibe l-`uşşaqi e`lamî we-rayatî« çi xweş nûrek zelal î tu di qelbê min şemal î tu »We-qelbî heysu fîhi l-hubu mişbahun bi-mişkatî« Teqada weh dikir hikmet ko çerx û lewleb û bab in »Huwe l-fe``alu la texter bi-esbabin we-alatî« Ezel `eynê ebed yek an di deyyûmî yû qeyyûmî Tenezzul tête tefşîlê »bi-anatin we-ewqatî« Te`ale l-lah ji ihsanî bi dildarî bi dil danî Mela îro te kir paşa li ser çehvên Melê hatî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz