Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Heyf di qeyda xak û gil bit `arifê çalakê rûh Dê mucerred bit ko pertew dit ji new ew pakirûh Qeyd-i xak û gil nebit da bêhicab û perde bî Mislê bedrê carinan têxit xusûfê xak-i rûh şem`-i ser nûr nadirit ger ew nekit perhîza dil zewqa cama `işqê nakit ger nekit imsak-i rûh Dil bi tayek nêrgizan de, nazikek terwende de Gul dikin teşbîhê xaran her xes û xaşak-i rûh Cama `işqê pakê rûhanî tuhûra batin e Ê nenoşî her we ma hetta ebed napak-i rûh Hey`eta keyf û kemê bêkeyf e keyfa `arif e Dê bimînit ger nebit naçar-i bê tiryak-i rûh Dê bi gulzara cemala sebzipûşan wê çi kit Ê di mihrê da nebit dil pare pare çak-i rûh Ber ji can derrakeyek rewşenter û wala divêt Sûretê husna muqeddes da bikit idrak-i rûh Ger xeberdar î ji sirra »kuntu kenzen« guh bidêr Da bi sed torê beyan kit me`neyê »lewlaki« rûh Lami`ê sirra tecellê ser li torê dil didit Debt-i nakit wê mecalê sed hezar eflak-i rûh Herdu îlanên te dî min toqa gerden kir medam Da mi her bêtin tebessum wek gula dehhak-i rûh Cewherê husnê eda tenha dibit meqbûl-i teb` Ger ne şeyqel dit bi nûra `işqê wek hekkak-i rûh Dê bi vê endaz û terzê key dibit sihrê helal Ger ne balateb`-i bit wek pehlewan çalak-i rûh Dil bi rim aviht û wî lê bar-i kir qewsê şevîn Dê bidit ber gezmeyan bêsûc-i ew seffak-i rûh şehsiwar îro kemend avêhtine qelbê Melê Bend-i nakit xeyr-i firtaka te sed fitrak-i rûh

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz