Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Dilbera min seherê hat-i bi tûx û bi yedek Sed yedek bûn di berê têk-i bi sincab û weşek Yar-i bo çûme biwarê bi ziyaret kef-i pa »Qale ya `aşiqu hatîke yedî hati yedek« Dil û can herdu mi danê ko icazet ji me xwast »Qultu estewdi`uke l-barî ellahu me`ek« Te divê şafî û zexele jêk-i vedî tecribe ke Da `iyarê bi temamî binumêtin te mehek Dewrê zulfa te muselsel bi nezer hel ko nebit nezerê şafî dilê ser diderit nuqteya şek Ahûya min neko rencek te bi xatir bigehit Bi xwidêkî lew ko ew sek bi xwidê hate mesek Bi evînê melek û çerx û felek têne sema Rewşen in têk-i bi mihrê ji sema ta bi semek Neko peyweste bi yek bin ji surê `işqê du rûh Dê bi eşbah-i bibin waşil û peyweste bi yek Ji musemma `eded û kesret-i esma tu mebîn Zeyd û `Emrên me hetta çend-i du nîne yek û yek çi feşahet bi melahet we didêrî tu Mela Ev edaya te di şi`rê we şirîn û bi nemek

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz