Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Gerçi bilbil cewherê zatê gul e Lê gulê rewneq ji `işqa bilbil e Guh de zikrê hal û coşa badeyê Wê bi bilbil ra dixwînit bilbil e Sosinan sed reng-i avêhtin kemend Wan nego dil bendê tayek sinbil e Sinbilan seywan li dêmê taze kir Afitab îro di Birca sinbil e Qet verêkê vê demê hadir dibit Qisseya feslê ne karê sinbil e `Er`erên rengîn ji tayên sor û zer Qumriyan sed reng-i şîrîn xulxul e Remzeya `işqê ji bala hate xwar Qudsiyan avêhte çerxê xulxul e Min di dil nasorekê da hestiyan La cerem hêj neş`eya daxa kul e Bilbil û perwane ew feşl û dem in Cinsê `işqa min tinê derdê »kul« e Nêrgiza nazikqed û şehlaya mest Dîn kirim ez bilbilan sewda gul e Teb`ê lami`weş zi minnet Bu l-hesen Min di dest da çu l-fiqar û Duldul e `Eşqerê bedfi`l-i çî hî kir `eceb »Bareke l-lah« xewş bezî espê qul e Zulf û biskan pir ji min dil bir belê Rişteya canê Melê ew kagul e

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz