Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Hêvî û tewqe dikim ez ji xwidana heşemê Wê nigar û senem û padişeh û muhteşemê Carinan bendeyê dilşohtiyê mehcûr ve vinêr Bi lebê le`lê şekerbar û ji `eynê keremê Pirsiyarê li me carek bike şîrîndehena min Ko perêhtîne firaqa te li ser derd û xemê Er ne hudhud ji Seba bêt û wekî bayê şeba Dê ji hir kû bigehit dest-i vi peygê heremê Pirsiyar-i li me bit wer ne xwe mehcûrê xerîb Dê li kê `erde bikim vê xem û derd û elemê Haşa li l-lah ko bikim eşkere van xuşşe û derdan Wer bisojim ji xemê `işqê tu ser ta qedemê Me bi şehrayê wisala xwe derîn tu ji xwidê ra Wer ne weqt e ko bibîn xerqeê behra `edemê Ji gulistana cemala te gulek bête zuhûrê Ji dinê dê biçitin navê bihişta Iremê şerha halê xema `işqa te ji kû tête nivîsîn Medhê ewşafê cemala te kuca tê reqemê Wê mecalê ko cemala xwe tecella dikirî Lazim e secde bibîn ber te di wê gav û demê Secde bin ber te rewa ye di hemî mezheb û dînan Kî dibit muşrik û kafir ji wê şêrînifemê Ger bibim ber te sucûdê di dema keşf û şuhûdê Mi li dil dê bidirit pertewê nûra qidemê »Qibletî wechuke fî kullî şebahin we-mesa`« Bi du ebrûyê te cana dixwirim ez qesemê Mûyekê ez ji te nadim bi dused Zîn û şirînan çi dibit ger tu hesêb kî mi bi Ferhad û Memê Te Firing û `Erebistan û Mecer têk-i standin Celewê xweş vegerîn, hatiye newba `Ecemê Ma ji dîwanê se`adet seh kirî şubhê Melayî Tu bi navê mi gedayî bikişîne qelemê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz