Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

3 görüntülenme 0 beğeni
Ey nesîmê seherê ma di mecala sibehê sed selaman bigehînî ji me wê padişehê `Er`era qamet elif neyşekera şox û şepal Nazika sîm-i ten û xwisr û zerrînkulehê Di berê da tu bibûsî bi dused zarî û lutf Asitan û der û dîwar û şibakên qelehê Nameya cewr û cefa û elem û derd û xeman Dê bi destê zeriyê muhteşemê serwisehê Belko dilber ji rûyê `adilî û merhemetê Rehmekê kit bi feqîran û bipirsit gilehê Heq dizanit di şevan şubhetê avên di royan Me bi dil zarî û kalîn e heta şubhegehê Ma ji ber derb û firaqa te sukûnek me heye Cerg û dil herdu bi nalîn e wekî çeng û jihê Perdeya xêlî û çarê tu ji ser dêmê hilîn Da ji şewqa te bi xef bit şefeqa mihr û mehê Dîn eger bête beha can didirim lê emma Me hezar canê `ezîzî dihilîtin di behê Qet dibit wek te şepalê ne di şam û ne di şerq Kê nişan da di cehan mislê te xwindkar û şehê `Alemek şehdeyiya husn û cemala te didit Tu zuleyxayê zeman î we çi hacet medehê heq nigehdarê te bit padişeha serwiqedan Bi kinarê me feqîran bike carek nigehê Xobî û dilberî û naz û telettuf bi te şên Xusrûya padişehan î we xwidana cebehê hecer-eswed bidirit destê ziyaret bikirim Nezrê min bit bigirim xwas-i terîqa Mekehê Ji ezel heq bi Melê daye ji `işqê qedehek Ta ebed mest û xerab în ji meya wê qedehê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz