Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez nizanim sebebê yarê çira dûr-i kirîn şahê şîrîndehenan em ji xwe mehcûr-i kirîn Mislê goy bê ser û pa bûme li ber derb û şekan Lew bi çewganê cefaya xwe ji dil hûr-i kirîn Da me sed camê firaqê ji xweh xa`ib nebûyîn Ji wisalê qedehek da me û mexmûr-i kirîn Nûrê çeşmê me ko `alem me bi çeşmên te didî Bi cemala xwe te wek dîdeê bênûr-i kirîn Nefesek bê te me naçî ne dijîn bê te demek Ji te hat emrê humayûn te weh me`mûr-i kirîn Me dizanî ko tu dê `aqibeti l-emr-i çi kî Lebê le`lê şekirîn ahi ko mexrûr-i kirîn zerreyek bûm di hewaya te di wêraneyekê Mislê rojê bi şu`a`a xwe te meşhûr-i kirîn Ji ene l-heq bi lebên le`lê xeberdar-i bûyîn Bi gulaba serê zulfa xwe te Menşûr-i kirîn Munşerif ma dibûyîn em bi dused car-i Melê Lê bi wê kesr û idafê vi xwe mecrûr-i kirîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz