Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Der heq me bi şîrê xwe meke teqşîrê Ya bit di şuxla me bikî te`xîrê Tuxrayê Humayûn ko dikin turreyê emr Zulfa te ye anîn ji xeta tehrîrê husna te nizanim bi çi teşbîhê bikim »Fî ehseni teqwîm« lew hatiye tefsîrê Surra te li dêm ayetê kubra ye neşêm Lê d’ neql û riwayet dikirim texsîrê Ger qelbê heqîqet niye yek carê çira `Işqa te kirîn zîr û zeber iksîrê Ma qudreta def`ê heye wer şîrê `Elî bit Lami` ko bidit şa`iqeya teqdîrê Bê qudretê tu, quwwetê mexlûqê çi kit Memnû` e li nik `eql ko bikit te`sîrê Ney bestê tilismê me bi sed xane biret Qadir heye `arif bikirit teqrîrê Ber dilber û leb ber leb û endamê li yek Xewna me bi yarê bidinê te`bîrê Zatî ji wucûda me sebeb wê tu dizanî Naête hisabê felekê tedwîrê Ateşperesê wadiyê `işq în û `eceb Dînarperes û wê dibirin tekfîrê Mihraba du birhên te bibînit `arif Niyyet çi bi cih têt dema tekbîrê Zanim te çi mizraq-i vi dil keftiye lê Carek tu goyê di derbên tîrê Teqdîrê ko hukmê li Melê carî kit Qet kes heye mumkin bidetê texyîrê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz