Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Dîsa ji nû bêhal e dil Saqî werîn cama zucac Muştaqê xemra al e dil Lê xweş-i anîbit mizac Saqî ko dêm mehweş bitin Kagul ji şêva reş bitin Qerqef bila ateş bitin Em dê bi wê dil kîn `ilac Da em bi wê dil hey bikîn Pê sîne dax û key bikîn Sed menzilan pê tey bikîn Ew dê di seyrê kit rewac Bê nûr û narê muhbetê Bê neqş û sun`ê qudretê Naçîn meqamê wesletê Nûrun lena we- l-leylu dac Ev narê sîqala dil e Da`im li wê qala dil e Newroz û sersala dil e Weqtê hilêtin ew sirac Hetta bi nûra badeyê Rengîn nekî seccadeyê Dûr î ji wê şehzadeyê Durdaneya gerden ji `ac Durdaneya gerden bilor Reyhan ji ser werdên di Cor Hey hey bi mestî têne dor Xala li nik ferqê bi tac Mihra te pir ebter kirîn Xalan ji ber biskan derîn Zulfa muselsel `enberîn çîn çîn ji çînê tête bac Tenha ne Kurdistan didin şîraz û Yeng û Wan didin Her yek li ser çehvan didin Ji Espehan têtin xerac çehvên belek qewsên helek çerx û felek xalib melek Fî hubbiha `umrî delek We-l-hubbu yecrî fî `ucac şahid hezar reng xemmilîn Reqs û sema pê kemmilîn îro Mela em sed dil în Saqî werîn cama zucac

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz