Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Dilberê îro seher Avête cergê min du dox Yek li sîne yek li dil da Lew ji min tên ax û ox Ah û oxên min ji dil tên Lê ji ber tîra qizil tên Yan ji kovanên di kul tên Jê dizêt her xwîn û zox Xwîn ji dil co co rewan tê Wek `eqîq û erxewan tê Lê ji dest selwa ciwan tê Ew şepala şeng û şox Ew şepala şox û şeng e Kafira rom û fireng e Dame ber cotek xedeng e Zalimê kuştim bi dox Zalimê kuştim şepalê Nazikê qencê delalê Bûn hicaba zulf û xalê îdek û `ala û tox Netrik û tayên bi rîşî Ê di zêr in pê ve wîşî Min du fêris dîn di pêşî Mirwet û insafi yox Lew heriftim ez ji meylê şubhetê sehlê we seylê Muhbet û `işqa di Leylê Ez kirim yekser pilox Dest nehêlim ez ji dînê şubhê Ferhad û şirînê Wer ji ber `işq û evînê Min di rê çit ev kilox Suhbeta çerx û sema tê Wek Melê sed mubtela tê Zemzem û ava heyatê Muşterî sed şeyx û şox

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz