Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
çîn çîn kirin zulfên siya Kesketlesa dîba qeba Êdî nişan nabin xwiya Têkil kirin lazim şeba Min dî şeba dayê seher Madarê bedrê kir du ker Qews û qezeh jê hate der Dîsa bi zulfan ra teba îro ji me l’bedra temam `Enberfeşan bin sed selam Ey hudhudê şîrînkelam Ehlen we-sehlen merheba Min dilberek wek dur heye Mehbûbê şîrînsir heye husn û cemalek pir heye Belqîssifet mesken Seba şox û şepala meyperest Ew zalima hişyar û mest Vê nameyê xef dê vi dest Fî teyyiha neşru n-neba Bêj` ew şirîna surperî Durdaneya ez muşterî Kan` `ehd û peymana berî Bêfayde çûn şubhê heba Me divê periya dilberê Lê hê li uslûba berê Lê kifş bibîte ji pencerê Bê û biçit teşbîhê ba Dilber mecala name dî Nasî ko nîşana me dî Nûnek muxalif tê nedî Hel qelbuha nehwî şeba Neyşekera spî dest û zend Zanim mecala name xwend Lêvan tebessum kir ji qend Maset ke-banin fî ruba Qaşid bi meqşûda me hat Ba mujde û emr û berat Nîşan hinarin hem xelat şehzadeya gulgûn qeba îro mecal lê hat û wext Dîsa ciwan bû min di rext Ew lami`a dayî ji text Ma kane berqen xulleba Selwa rewan zerrînwereq çîçek Melê dîn sed neseq Yaqûtuha yehki ş-şefeq Yehkî `uqûden kewkeba

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz