Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Dil yek e dê `işq-i yek bit `aşiqan yek yar-i bes Qible dê yek bit qulûban dilberek dildar-i bes Min di benda zulfekê dil da bi destê pîrê `işq Lew di `işqê da ko best ihram û yek zunnar-i bes Terh û terzê bûne zunnar û çelîpa yek bi yek Lew mi zunnar û çelîpa yek tinê yekcar-i bes Hin ji nik dêrê ve tên qesta keniştê hin dikin Ney ji van im ney ji wan im min derê xemmar-i bes Gerçi tên reqs û semayê her seher sed neyşeker Min di bezma sirşirînan ew şirînreftar-i bes Weh çi wala gewher in hatin libasê cism û can Min ji wan horîsiriştan ew perî rûxsar-i bes Hewce sihrê Samirî nîn in ko zulfa reş bikit çeşmê benda dilrubayan kagula `eyyar-i bes Bilbilan sed gul di çav in çav li sed gul dî dikin Min di baxê gul`izaran yek gul û gulnar-i bes Min di baxê gulfiroşan dî `eceb resmek xerîb Xariteb`an gul di dest in gulperistan xar-i bes Ew cefa çû der ji hed zulma te bir hetta bi çîn Rehmekê carek nekî hey zalim ev azar-i bes Xerqê deryayê gunah în teşneyê lutfa heq în Rehmeta amirzigar û şefqe`a xeffar-i bes Ehlê dunyayê seraser dijminên min bin Mela Piştemêrê min `Elî bi, heyderê kerrar-i bes

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz