Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ewwel ko yarê da me yek zerreyek `inayet Qismet me xemr û cam e di deftera hidayet Husn û cemala canan nadêritin tu payan Herçi nebit bidayet esla nehin nihayet Feyda `ulûmê hikmet cama sedef ko gêra Me ji destê muxbeçan dît bi mishef û bi ayet `Arif heta nenoşî ji destê meyfiroşî Xaib nebû ji hişî peyda nekir wilayet Gunah û zuhd û tamat hilnagirit xerabat Kesê bi vî derî ret divê bikit ri`ayet `Işqê ji herdu çeşman ewwel di dil eser kir Lê zerre zerre axir sotin kir û sirayet şaki s-silahi herdem bi kuştina Melê bit Gazindeyan ji kê kim ji kê bikim şikayet Cama di destê şahid jengê ji dil dişûtin Pîrê muxan ji rendan weh-weh dikir riwayet Etwarê `işq û mestî esrar-i butperestî Teqrîr-i sed riwayet nakit li bo kifayet Li-yetme`inne qelbî `eynu l-yeqîn dibexşit `Eynu l-`eyani divêtin kafî nehin dirayet Mîrî yû padişahî mûyek li nik Melayî Nadim bi mulkê `alem yek zerreyek `inayet

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz