Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
Wey spêde j’ Bircê qews ebrû numandin mah-i new Xweş ji qewsê ebrûyan vê ra kişandin mah-i new Goşeyên nûnan bi ser badan ji qewsê bêweter Mislê enguşta Nebî sed ser beyandin mah-i new Keşşifî bedra temam ehsen ji bala tel`etê J’ istiwa da gezmeyan çerxê reşandin mah-i new Wê li wechê afitabê gah-i kifş û gah-i xef `Arifên ehlê bişaret heyyirandin mah-i new Mil dizanim dane ber qewsê hilalî goşezer Lew ji bala goşeyên nûnan livandin mah-i new Ez dibêjim dê li min dîsa ceger sedpare kin Wê bi mîzan herdû şîrazî çevandin mah-i new Daxilê meclis bûyî îşev Nişanî lew ko xef Cam-i rûhanî li ehlê dil nişandin mah-i new

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Cizîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz